Girtiya siyasî Nûrhayat Altun hat tahiliyekirin 2024-05-15 11:40:08     KOCAELÎ - Hevşaredara Dêrsimê ya berê ku di 2016'an de li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û hatibû girtin, piştî 7 salan di girtîgehê de hat hiştin ji  Girtîeha Kandirayê hat tahliyekirin.   Hevşaredara Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrhayat Altun a ku di 17'ê Mijdara 2016'an de  qeyûm tayînî şûna wê hat kirin  û hatibû girtin, piştî ku 7 sal û 5 mehan girtî ma ji Girtîeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê hat tahliyekirin.  Nûhayatê li derketina girtîgehê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyê, nûnerên DEM Partiyê yên Tuzla û Sancaktepeyê,  Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (MATUHAY DER), parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, heval û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.     Nûrhayatê got, "Derketina derve xweş e lê dilê min bi hevalên min ên li girîgehê man re ye.  Ruhê me her dem û li herderê azad e. Azadiya fizîkî ne girîng e."   Nûrhayatê li gel malbat û hevalên xwe çû gel malbata xwe ya li Enqereyê.