Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin 2024-05-15 10:24:13       STENBUL / ÎZMÎR - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û 15 kes hatin binçavkirin. Dîsa li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û 19 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetê serê sibehê de li Stenbolê bi ser malan de girtin û rêveberên DEM Partiyê, hevserokên wê û endamên Meclîsa Partiyê di nav de gelek kes binçav kirin. Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û 15 kes hatin binçavkirin. Dîsa li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û 19 kes hatin binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin   Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Adil Gumuş, Fikri Baş, Zubeyir Taş, Vildan Dogan, Unal Yusufoglu, Alamettin Demir, Necla Aktay, Suat Yildiz, Ertan Hamitoglu, Zubeyde Gulsum, Suzan Gezici, Ahmet Altinişik, Binguzel Ulu, Filiz Aydin, Yaşar Gokdemir.   Îzmîr    Li Îzmîrê jî herî kêm 19 kes bi serdegirtina malên xwe hatin binçavkirin. Hat hînbûn sedema binçavkirinan jî şermerkirina xespa îradeyê ya li Wanê ye. Hat hînbûn endamên TOP, TÎP, Însiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Malêngel û Ciwantiya Demokrat a Nû di nava kesên hatine binçavkirin cihê xwe digirin.    Navên kesên hatine binçavkirin   Hinek kesên li Muduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê tên girtin wiha ne : Erkan Gokber, Tugçe Kizildemir, Mehmet Kasar, Emine Akbaba, Berfin Buyukertaş, Arda Duvarci, Azat Kunur, Elif Yerlikaya, Muhammet Arda Bulgan, Nilufer Yildiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Sezgin Zevkibol, Sude Timagur, Onder Toraman, Serhat Katilmiş, Nazif Çakir, Hazal Basin û Ferat Esen