Parêzer Mehtap: Pîşeya me ya parastinê tê astengkirin 2024-05-15 09:06:01     Rojda Aydin   WAN - Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Wanê Mehtap Işik, tekilîdarî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de destnîşan kir ku piştî Mandelayê mînaka vê tecrîdê li tu deverê nehatiye jiyîn û got ku girankirina tecrîdê vediguhere kaosek pir giran. Mehtap, bi lêv kir ku bingehek hiqûqî nîne û got berovajê qanûna înfazê ya 59/1’ê tevdigerin.   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de ne 38 meh in tu agahî nayê girtin. Çalakiyên li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cihanê ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq berdewam dikin. Ligel ku nerazîbûn û çalakiyên têkildarî tecrîdê dewam dikin, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re her tim bi hinceta “Cezayên dîsîplînê” tên astengkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kirin, hîn bûn ku di 28’ê Adarê de bi hinceta “Cezayê dîsîplînê” ya nû 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê hatiye dayîn.     Her wiha girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe bi “Boykotkirina dadgehan, hevdîtina malbatan, parêzeran û bi telefonê” bidomînin.   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Wanê Mehtap Işik, derbarê mijarê de nirxandinan kir.   Tecrît û mînaka Mandela   Mehtap, anî ziman ku di hevpeyvîn û daxuyaniyên xwe yên berê de jî diyar kirine ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tu cihî nayê meşandin û tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Mehtap, bi lêv kir ku xala ku em bi taybetî tekez dikin ew e ku tu bingehek qanûnî tune ye û wiha got: “Ev yek bi temamî astengkirina bi keyfî ya hevdîtinên parêzer û malbatê, mafên telefonê û her wiha mafê ragihandinê ye.  Yanî di derbarê tecrîdê de em dikarin gelek nirxandinan bikin, lê em nikarin vê yekê li ser tu bingeheke hiqûqî esas bigirin. Pergala ku li Girtîgeha Îmraliyê tê sepandin her çendî pergalek taybet be jî, li tu derê cihanê ji bo girtiyan ne sîstemek e. Rewşeke Mandela ya bi vî rengî hebû. Bi rastî jî li wir hevdîtinên qismî hatin kirin. Di heman demê de Antonîo Gramscî hebû û li ser wî pergala tecrîdê hate sepandin. Lê em dikarin bibêjin ku tecrîdeke bi vî rengî ya demdirêj û berfireh tenê li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin.”   ‘Tecrît li her qadê belav dibe’   Mehtap, destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li her qadê belav dibe û wiha pê de çû: “Ev yek bandorê qadên siyasî, civakî û girtîgehan jî dike. Niha em dibînin ku tecrîd bi temamî li hemû qadan belav bûye. Îro em dikarin rave bikin ka çima qeyrana aborî di asteke ewqas giran de ye û çima bi pergala tecrîdê re şer hê jî didome. Em dibînin ku girtîgehên tîpên Y û S yên ku van demên dawî hatine çêkirin, bi pergalek bi armanca tecrîdkirina girtiyan di hundir de bi tevahî hatine avakirin, ev girtîgehên tîpa Y û S yên ku em behsa wan dikin, girtîgehên ku niha li gelek cihan tên plankirin û avakirin in. Ger em hinekî din jî binirxînin ka avahiya hundirîn a van girtîgehan çawa ye, ev pergalek e ku girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin, her kes di hucreyên yek kesî de tê ragirtin, ferq nake mehkûm an jî girtî. Ev yek nîşanî me dide ku pergala tecrîdê gav bi gav girantir dibe, êdî ji bo hemû girtiyan derbasdar e, pêşî li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin û piştre wê li hemû girtîgehan bê bicihkirin. Ev tê wê wateyê ku ev qonaxeke din a tecrîdê ye, em ê weke parêzer êdî nikaribin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, malbat jî nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber ku ya ku niha li Îmraliyê tê meşandin ev e û ger helwest û têkoşîn li dijî vê neyê kirin, wê vê carê li ser muwekîlên me jî pêk were. Di rastiyê de, ev nîşan dide ku ev yek bi awayekî berbiçav ketiye jiyana me.”   ‘Ev yek dê veguhere kaosek pir giran’   Mehtap, di dirêjiya axaftina xwe de ev tiştan got: “Me tenê behsa pergala tecrîdê ya qat bi qat kir, ji bo em zêdetir balê bikşînin ser vê yekê. Em hîn bûn ku girtiyên li hundir jî ji bo balê bikişînin ser vê yekê dernakevin serdana malbat, parêzer, danişîn û telefonê. Em niha nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û ne jî malbatên wan dikarin hevdîtinê bikin. Bi awayekî xwezayî em nizanin rewşa wan çawa ye û rewşa girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê berdewam dikin di çi astê de ye. Di vê qonaxê de em nikarin tu agahiyê ji hindir bigirin. Ev bi zelalî nîşanî me dide ku dê bi tevahî kêmasiyek ragihandinê hebe û ev yek dê veguhere hawîrdorek kaosek pir giran.”   ‘Berovajê qanûna înfazê ya 59/1’ê tevdigerin’   Mehtap, da xuyakirin ku qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan a li ser Abdullah Ocalan tu bingehek hiqûqî nîne û wiha axivî: “Dema ku pêwîst bê dîtin, hevdîtina bi parêzeran re tê qedexekirin û lê li şûna wî parêzerekî/ê din tê tayînkirin. Lê belê li girtîgeha Îmraliyê em dibînin ku li gorî qanûna înfazê ya 59/1 berovajî vê yekê tê meşandin. Vê carê em dibînin ku girtî bi tevahî li hemû parêzeran hatiye qedexekirin. Lê di qanûna înfazê de tu bingehek vê yekê nîne. Yanî herî zêde yek-du parêzer bên qedexekirin û li şûna wan parêzer bên tayînkirin. Lê belê li vir em dibînin ku kesek bi temamî ji parêzeran hatiye qedexekirin. Bi gotineke din, em dikarin bibînin ziman ku li vir bingehek qanûnî û binesaziyek tune ye û dema ku hewce be bi xwendina qanûnê berovajî vê yekê, pêkanîn bi rengekî tam keyfî têne kirin.”   ‘Hîn bersivek erênî nedane serlêdanên me’   Mehtap, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser cezayê dîsîplînê ya ku hatiye dayîn û got ku jixwe cezayên dîsîplînê her tim tên dayîn. Mehtap, da zanîn ku 3 mehan carekê, 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê li ser Abdullah Ocalan tê birîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema van cezayên dîsîplînê bi rastî jî kûrkirina bendê ye. Em wê weke rewşeke çaresernekirinê dinirxînin. Em vê yekê wekî qalikê qanûnî dibînin. Destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, tu têkiliya wî tune ye. Ji bo vê jî bi cezayên dîsîplînê ve qalikê qanûnî tê pêkanîn. Weke ku me di destpêkê de jî diyar kir, em baş dizanin ku cezayên dîsîplînê û tecrîdê tu bingeheke hiqûqî nîne. Em vê yekê gelek caran rave dikin. Em ji Wezaretê Dadê re jî dibêjin ku em dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û divê vê yekê pêk bînin, lê me bersiveke erênî negirt. Me serî li baroyan jî da, lê destûr nadin ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Me jî serlêdan kir û diyar kir ku ji ber ku em parêzer in, pîşeya me ya parastinê tê astengkirin, lê hê jî bersiveke erênî nehatiye dayîn. Helbet em ê serlêdanên xwe bidomînin. Ji ber ku em vê dibêjin; ji ber vê yekê em dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Rewşeke wisa qanûnî û eşkere nabe, lê bi hincetên wisa bêbingeh tê redkirin.”