Jinên Helebê: Zimanê me nasname û hebûna me ye 2024-05-15 09:04:27     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê hînî zimanê kurdî dibin û di vê qadê de xwe pêş dixin diyar kirin ku bi Şoreşa Rojava re derfetên xwendina bi zimanê kurdî çêbûne û wiha gotin:"Zimanê me nasneme û hebûna me ye. Em ê her tim li zimanê kurdî xwedî derkevin."   Ji dîrokê heta niha êrişeke sîstematîk li her aliyên Kurdistanê li dijî zimanê kurdî pêk hatiye û hîn jî didome. Li dijî van êrişana jî têkoşîna gelê kurd ji dîrokê heta roja me ya îro dewam dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi taybet piştî Şoreşa Rojava kar û xebat û xwedîderketina ji bo zimanê kurdî bi pêş ket. Li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê yên bajarê Helebê piştî Şoreşa Rojava ku bi xwe re şoreşa ziman anî derfetên mezin hatin bidestxistin ku gelê kurd xwedî li dîrok, çand, nasnema û zimanê xwe derkevin. Li Helebê jî jin û ciwan hînî zimanê kurdî dibin. Li komîngeh û meclisan di hefteyê de du caran waneyên fêrkirina bi zimanê kurdî hene. Bi taybet jinên temenê wan mezin jî fêrî zimanê xwe dibin û gelek şanaz û serbilind in.    Jinên bi hînbûna zimanê kurdî serbilind in wiha gotin:"Zimanê me hebûna me ye. Ji bo me xeyalek bû ku em bi zimanê xwe bixwînin. Îro jî em gelekî ser bilind in bi zimanê xwe hîn dibin."   'Ji ber kevneşopiyên malbatî, me xwendina xwe nekir'   Aytan Reşo da zanîn ku wan ji ber kevneşopiyên malbatî nexwendine û wiha pê de çû:"Em di hefteyê de du caran derbasî komîngehê dibin û fêrî zimanê kurdî dibin. Dema em biçûk bûn ji ber kevneşopiyên malbatî dayik û bavê me qedexe kiribûn ku weke keç mafê me yê xwendinê hebe. Her digotin şerm e ku keçik herin dibistanê. Vê yekê jî hişt ku heta temenê me yê niha ev mereq bi me re bimîne."   'Bi Şoreşa Rojava re derfetên xwendinê çêbûn'   Aytanê da zanîn ku bi saya Şoreşa Rojava re jin bêtir xwedî li nasnemeya xwe derketin û wiha pê de çû:"Tiştê ku hiştibû jin sînorên şerm û qedexebûnê bişkîne, xwedî li xwe derkeve Şoreşa Rojava bû. Bi saya Şoreşa Rojava me çand û nasnameya xwe parast û em xwedî li zimanê xwe derketin. Îro jî ji bo me gelek derfet hatine avakirin da ku em bi zimanê xwe fêr bibin. Ji ber ku hebûna me bi hebûna zimanê me ve girêdayîye. Lewma bi moral û eşqek mezin em berê xwe didin fêrbûna zimanê kurdî ."   '52 saliya min nebû asteng ku ez fêrî zimanê xwe bibim'   Aytanê di dewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku temenê wê yê mezin nebû asteng ku zimanê kurdî hîn bibe û wiha got:"Temenê min 52 salî ye lê belê mezinbûna temenê min nebû asteng ku îro ez nikaribim fêrî zimanê xwe bibin. Tevî temenê me yê mezin hezkirin û mereqa me ya fêrbûna bi zimanê kurdî her mezintir dibe û em encamên mezin digirin."   'Xeyalê me yê fêrbûna bi zimanê kurdî pêk hat'   Di dawiya axaftina xwe de Aytanê banga tevahî jinan kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha got:"Ez banga xwe ji bo tevahî jinan dikim da ku xwedî li zimanê xwe derkevin, bi zimanê xwe bixwînin. Ne tenê jin her wiha zarokên xwe jî derbasî dibistanên kurdî bikin da ku em xwedî li nasnemeya xwe derkevin. Me xeyalek nedikir ku em bi zimanê xwe bixwînin û îro ew xeyal jî pêk hat. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in. "   'Hebûna me bi zimanê me ve girêdayî ye'   Sebah Dilo di destpêkê de da zanîn ku pêşketina wan wê bi riya fêrbûna wan a bi zimanê kurdî be û wiha got:"Hebûna me bi zimanê me ve girêdayî ye. Ev demek e em derbasî Komîngeha Pakrewan Gulê Selmo dibin û fêrî zimanê xwe yê kurdî, zimanê dayikê dibin. Ji vê bêhtir em hewl didin û daxwaz dikin ku em xwe bi riya zimanê xwe bi pêş bixin. Ji ber ku dema min didît ku hevalê min bi zimanê xwe dizane bixwîne û binivîse û ez jî nizanim, gelek bi zora min diçû lewma min gelek israr kir ku ez fêrî zimanê xwe bibim. Min israra xwe bi cih anî, em gelek bi mereq in ji bo em ji vê bêhtir bixwînin û xwe pêş bixin."   'Bi felsefeya Rêbertî em xwedî li nasnemeya xwe derketin'   Di dawiya axaftina xwe de Sebahê da zanîn ku ew weke jin bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî li nasnemeya xwe derketin û wiha got:"Ger wekî niha me di dema xwe ya berê de jî bikariba zimanê xwe hîn biba me yê bikaribûya xwe îsbat bikira. Îro jî tiştê ku hişt em weke jin xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Me jî li gorî vê kar û xebata xwe da meşandin û hîna jî didin meşandin. Îro em vê berhema ku me bi dest xist fêrî zarokên xwe jî dikin da ku zarokên me bi riya zimanê dayikê fêrî welat û dîroka xwe bibin."   'Em bi zimanê xwe serbilind in'   Ferîde Mihemed a 46 salî hestên xwe yên şanaziyê yên ji ber fêrbûna wê ya bi zimanê kurdî anî ziman û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Îro ez weke dayik fêrî zimanê kurdî dibim. Di dema me ya berê de qedexe bû ku em bi zimanê xwe biaxivin lê di dema me ya niha de em bi hêsanî bi eşq û hezkirinek mezin fêrî zimanê xwe dibin. Em bi zimanê xwe diaxivin û dinivîsin. Îro em gelek kêfxweş û serbilind in ji ber ku em bi zimanê xwe dixwînin."