Jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji CPT'ê re name şandin 2024-05-14 20:03:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên meclîsên jinan ên li Maînz, Wîesbaden û Bîngenê xebatên xwe dimeşînin, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin.   Meclîsên jinan ên li bajarên Maînz, Wîesbaden û Bîngen ên Almanyayê xebatên xwe dimeşînin, di çarçoveya kampanyaya ji alî Tevgera Jinên Kurd ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û  ji CPT, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê nameyan dişînin de, bi dehan name şandin.   Jinan diyar kirin ku ew tecrîda Îmraliyê qebûl nakin û gotin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re aştî” mezin bikin.