'Doza Kobanê têkoşîna rûmetê ye em ê lê xwedî derkevin' 2024-05-14 16:08:45     AMED - TJA û saziyên jinan têkildarî Doza Kobanê gotubêj li dar xistin. Di gotubêjê de hat gotin:"Doza Kobanê têkoşîna rûmetê ye em ê lê xwedî derkevin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û saziyên jinan têkildarî Doza Kobanê bi dirûşma "Têkoşîna jinan nikare bê darizandin" li Eywana Konferansa Tahîr Elçi gotubêj li dar xistin. Aktivîstên TJA'yê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan, saziyên civaka sîvîl tevli gotubêjê bûn. Li eywana gotubêjê pankarên bi kurdî û tirkî "Têkoşîna jinan nikare bê darizandin" hatin vekirin. Hevseroka OHD'ê Ekin Yeter moderatortiya gotubêjê kir. Li ser doza Kobanê agahî jî hatin dayin.    Parastina wan wekî manîfestoyê ye   Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya da zanîn Doza Kobanê darizandina hebûna gelekî ye û got jinên hatin darizandin mafên gelan parastin. Adaletê got parastina wan mîna manîfestoyekê bû.    'Têkoşîneke tê meşandin heye'   Ji parêzerên Doza Kobanê Cemile Turhalli di destpêkê de yek bi yek navên jinên tên darizandin anî ziman û got:"Li eywanên dadgehê jin tên darizandin. Ya tê darizandin 'jin jiyan azadî ye'. Helwesta jinan ji bo hevalên li wir jî dibe moral. Atolyeyek ji parastina jinan dikare bê avakirin. Çimkî jin dîroka tê berovajîkirin ji nû de dinivîsin. Têkoşîneke tê meşandin heye û li eywana dadgehê ev têkoşîn dewam dike. "   Gotubêjê bi gotinên jinan dewam kir:   Ji Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbilen wiha got:Berê di binê navê KCK'ê de darizandinên kumpas dihatin kirin. Em Doza Kobanê jî wekî doza kumpasê dinirxînin. Têkoşîna jinê nikare bê darizandin.    Jin pêşengiyê dikin   Ji KASED’ê Zeycan Ateş wiha got:"Dema şer çêdibe êrişa ewil li dijî jinan tê kirin. Me ev yek di êrişên DAÎŞ'ê de dît. Ne tenê di şer de di her qadên jiyanê de berê jin dibin hedef. Tevî her tiştî jî jin berteka xwe nîşan didin û pêşengiyê dikin.    Kobanê têkoşîna rûmetê ye   Li ser navê TJA'yê Bedia Akkaya got: Doza kumpasê ya Kobanê dikeve sala xwe ya 8'an. Lê Kobanê têkoşîna rûmetê ye. Edaleta mêr parastineke ku didarizîne dike.    Em bi sedan mînakên vê yekê dibînin    Hevseroka TUHAD-FED'ê Eylem Birtane got: Em welatekî ku edalet lê tune ye dijîn. Em li saziya ku lê dimînin her roj mînakên vê yekê dibînin. Biryara vê dozê wê pêvajoya li pêşiya me diyar bike. Em hêvî dikin ev biryar bibe gaveke aştiyê.    Em ê xwedî li vê dozê derkevin   Hevseroka Şaxa Hejmara Yekem a Egitim-Sen'ê Saliha Zorlu got: Em hêvî dikin ku em ê hemû hevalên xwe ji vê dozê bigirin û biçin. Ji ber hevalên me têkoşîna azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk diparêzin tên darizandin. Lê belê em ê xwedî li vê dozê derkevin.    Gotubêj piştî axaftinan bi dawî bû.