Li dijî bişaftinê daxwaza vekirina dibistinên kurdî 2024-05-14 15:48:15       WAN - Jinên ARSÎSA yê ku bi boneya 15’ê Gulanê serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê kirin, dayikan li dijî bişaftinê daxwaza vekirina dibistanên kurdî û perwerdehiya kurdî kirin.   Bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdi bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, jinên ARSÎSA yê serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê kirin.    Mamosteya ARSÎSA yê Nazê  Bor, got ku dayik paşeroja wan e û bi lêv kir ku ger ku dayik nebin hebûna ew jî nînin. Nazê, diyar kir ku zimanê kurdî bi saya dayikan heta vê astê hatiye û wiha pê de çû: “Hûn ji bo me dîrok in. Em di vê bîr û baweriyê de ne. Îro zarokên û neviyên me kurdî naaxivin. Ji bo mirov gelekê qir bike divê ewilî zimanê wê qir bike. Em bi zimanê xwe kurd in. Her kes bi zimanê xwe gelek e. Ziman ji bo pir girîng e. Dayik pêşengên vê civakê ne. Divê li her deverê civakê kurdî bê axaftin û jiyîn.”   Daxwaza vekirina dibistanên kurdî   Li ser navên Meclîsa Dayikên Aştiyê Kewê Işik jî destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanê wan e û zimanê dayika wan e. Kewê, da xuyakirin ku ew kurd hatine dinê û ew bi tenê kurdî zanin. Kewê, bal kişans ser polîtîkayên bişaftinê ku neviyên wan bi wan re tirkî diaxivin. Kewê, wiha axivî: “Hêviyek me ji we heye; dibistanên kurdî vekin û perwerdehiyên kurdî bidin zarokan. Divê hemû malbat bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Navên zarokên me kurdî ne lê em bi tirkî zarokên xwe re diaxivin. Divê em kurdîtiya xwe winda nekin. Ger ku em zimanê xwe winda bikin em ê ji bo zimanê xwe bigirin û îro em hatine vê astê. Rêzdariya me ji hemû zimanan re heye, lê belê em zimanê xwe jî winda nekin. Em çanda xwe winda nekin. Me ji gundan derxistin û berê me dan bajaran. Niha çanda me ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ciwanên me xwedî çand û zimanê xwe derbikevin.”   Serdan, bi gotina klaman û belavkirina qurnefîlan bi dawî bû.