Kelepçeya berovajî li kesên hatin binçavkirin, hat ferzkirin 2024-05-14 12:14:38   WAN – 55 kesên li Wan û navçeyên wê hatin binçavkirin hat zanîn ku bi kelepçeya berovajî hatine îşkencekirin û li bendê ne ku di nava rojê de komek sewqî dozgeriyê bên kirin.   Li Wan û navçeyên wê duh danê sibehê ji aliyê polîs û cendirmeyan ve bi ser bi dehan malan de hat girtin û di serdegirtinan de 55 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 55 kes bi kelepçeya berovajî hatine îşkencekirin. Derbarê dosyayên 55 kesên ku 2 roj in li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên girtin, biryara nepeniyê hatiye dayin û ev hîn berdewam dike. Komekê duh li emniyetê îfade da û îfadeyên komên din jî dewam dike.   Welatiyên ku îfadeyên wan bi dawî bûn, li bendê ne ku nava rojê de sewqî Edliyeya Wanê bên kirin.   Sedema operasyonê: Berxwedan   Hate zanîn ku ji kesên hatin binçavkirin der barê berxwedana di 2-3’yê Nîsanê de ji ber mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan nehat dayîn pêk hat, pirs hatin kirin. Ji kesên hatin binçavkirin pirsên wekî “Çima beşdarî xwepêşandanên kolanan bûn” û “bi talîmata kê beşdar bûn” hatin pirsîn. Hat diyarkirin ku piştî berxwedanê li her derê bajêr qeydên kamerayan ên esnaf û saziyan ji aliyê polîsan ve hatin komkirin û li ser van qeydên kamerayan binçavkirin pêk hatin.   Kesên hatin binçavkirin   Kesên ku hatin binçavkirin navên hinekan wiha ne: Jiyan Orhan, Baran Karakoyûn, Can Goren, Erol Sari, Mesût Uçer, Îsmet Yakût, Vedat Balik, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdûlkadîr Akdag, Şahîn Ozturk, Bûlût Kaynak, Azat Kaya, Ozgur Dûman, lîstinvanê ŞanoWanê Ferhat Aslan û Berdevkê Koma DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Dilgeş Aslan.