ROJEVA 14'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-14 09:00:00     * Çalakiya li dijî xebatên kanên madenan ya li herêma Marûnisê hatiye destpêkirin berdewam dike. Welatiyan ji bo parastina xwezayê banga hişyariyê li rayagiştî dikin. BI DÎMEN    *Xebitandina zarokan a ku li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, rê li ber nayê girtin. Ji aliyê din ve zarokên ku tenduristiya wan û ewlehiya jiyana wan tê paşguhkirin û weke keda erzan tên dîtin, bi her cureyê îstîsmarê re jî rûbirû dimînin.   DÎMEN HEYE