Li Wanê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin 2024-05-13 20:25:10   WAN - Li Wanê bi pêşengiya gelek saziyan bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî Şeva Dengbêjan hat lidarxistin.    Bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdi bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê şeva dengbêjan hat lidarxistin.    Li eywanê pankartên “Kurdî Nasnameya me ya Neteweyî ye”, “Em Her Malekê bikin Dibistana Kurdî”, “Em Perwerdehiya bi Kurdî Dixwazin”, “Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be”, “Her Dem Kurdî, Li Her Derê Kurdî” û “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û yê Perwerdehiyê” hatin daliqandin. Rêxistina Navendê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevşaredarên navçeyan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, TUHAY-DER û bi dehan kes tevlî bernameyê bû.     ‘Em xwedî li vê xelatê derbikevin’   Mamosteyê ARSÎSA yê Şevket Acar ku axivî bal kişand ser dîroka 15’ê Gulanê û got ku ji wê demê vir ve cejna zimanê tê pîrozkirin û dê bê pîrozkirin. Şevket, wiha domand: “Ev ziman ji dayîk û dapîrên me diyariya herî mezin e û divê em xwedî li vê xelatê derbikevin. Mezinên me zimanê me heta îro anîne û parastine. Divê em jî ji vê şûnde çawa kal û pîrên me heta vê rojê anîne em jî xwedî li vî zimanê xwe derbikevin. Ne bi tenê rojekê, her roj biaxivin. Roj roja zimanê kurdî ye. Roja cejna zimanê kurdî li hemû gelan pîroz be. Bijî zimanê kurdî.”   Piştî axaftinê dirûşmeya “Bê Ziman Jiyan Nabe” hat berzkirin. Piştre denbêj Ûsiv, Miqedes û Taha derketin ser dîkê û stranên xwe sitiriyan.    Di bernameyê de coşek mezin hat derket holê. Bername bi stranan bi dawî bû.