Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar dewam dike 2024-05-13 20:20:03   ENQERE - Parlementerên DEM Partiyê Sümeyye Boz û Dayika Aştiyê Fînce Akman serdana Emîne Şenyaşar kirin ku 102 roj in Nobeda Edaletê didomîne.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 102’yan de didome.    Parlementera DEM Partiyê ya Mûşê Sümeyye Boz û Dayika Aştiyê Fînce Akmanê serdana Emîne Şenyaşar kirin.