Li Wanê meşa jinan: Zimanê me rûmeta me ye 2024-05-13 15:55:46     WAN - Li Wanê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” meş hat lidarxistin. Piştî meşê Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbûlût daxuyanî da û got: "Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimane jî. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in."   Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdi bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bernameyên ku tên lidarxistin bi pêşengiya jinan meş pêk hat.   Jinên ku ji li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi dovîzên “Kurdî dilê Kurdistanê ye”, “Her der kurdî, her dem kurdî”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ji bo kurdî têkoşîn” û “Kurdî nasnameya me ye” û erbaneyan ve meşiyan. Di dema meşê de tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin. Meş li ber avahiya ARSÎSA yê bi dawî bû. Li ber avahiyê bi lêdana erbanê stran hatin gotin. Parlamentera DEM Partî ya Wanê Pervîn Bûldan, Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên navçeyan û bi dehan jin tevlî meşê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbûlût ve hat xwendin.   ‘Têkoşîna xwe bênavber meşandine’   Evîndar, anî ziman ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. Evîndar, bi lêv kir ku di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda û wiha got: “Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekîtiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e. Gelê Kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye. Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Alî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî.”   Evîndar, destnîşanê dîroka 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin; ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e,  xwe nasîn ji me re riya felat û azadiyê ve dike. Lewre ziman şertê heyîn ê yê pêşîn e.’ Ev hişmendî û dîrok bi van gotinên birêz Abdullah Ocalan a ku digot ‘Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin’ vê heqîqeta qedîm piştrast û temam dike.”   ‘Têkoşîna bêhempa hêjî didome’   Evîndar, diyar kir ku Gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd taybetî ev 50 salên dawî li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hêjî didomîne. Evîndar, da xuyakirin ku di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZP Kurdî Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.   ‘Têkoşer û şoreşgerên ziman jin in’   Evîndar, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rastî ew e ku jêderk û çavkaniya hawara zimanê kurdî qasî dîroka me kurdan qedîm e. Bêguman jêderk û çavkaniya bingehîn a vê rastiyê jî jinên kurd in. Dema ku em dibêjin ‘jin jiyan e’ em wate û giraniya vêgotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.