'Ji bo parastina zarokan, Baxçeyê Zarokan hat vekirin' 2024-05-13 09:08:07       Mîdye Miqted   ŞEHBA - Ji Rêveberiya Baxçeyê Zarokan, Velantîne Bekir derbarê girîngiya vekirina Baxçeyê Zarokan de, da zanîn ji bo parastina zarokan, Baxçeyê Zarokan hatiye vekirin û wiha got:"Heta em dikarin em hay ji zarokan heye û em nirxekî giran didin wan. Madem ji bo zarokan derfeteke wiha hatiye dayin, divê em jî xwedî li karê ku em dikin derkevin."   Di dîroka 24'ê Nîsanê de li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê Baxçeyê Zarokan hat vekirin. Nêzî 11 zarokan tên Baxçeyê Zarokan. Temenê wan jî ji 4 salî heta 6 salî ne. Ji Rêveberiya Baxçeyê Zarokan, Velantîne Bekir derbarê girîngiya vekirina Baxçeyê Zarokan de wiha got:" Ji ber ku dayik jî ji ber dorpêça heyî ji bo ku debara mala xwe bikin kar dikin ji bo ku zarok jî ji êrîşên dewleta tirk werin parastin, me baxçeyek ji bo zarokan vekir. Ji bo ku em parastina wan bikin."   'Bi aboriyek komînal baxçe tê birêvebirin'   Ji Rêveberiya Baxçeyê Zarokan, Velantîne Bekir derbarê girîngiya vekirina Baxçeyê Zarokan de, axaftina xwe ji ajansa me re kir û got:"Îro em derbasî baxçeyê bûne. Tê de 11 zarok cih digrin, daxwaza me ya ji bo vekirina vî baxçeyî ev e ku dayik astengiyan nekşînin. Ji ber dayik gelek astengiyan di vê demê de dikşîne me ev baxçe di dîroka 24'ê Nîsanê de vekir. Di vî baxçeyî de bi aboriyek komînal zarok tên xwedîkirin û pêwîstiyên wan tê peydakirin."   'Em li zarokên dayikên xebatkar dinêrin'   Velantînayê da zanîn ku ew zarokên hemû dayikên xebata derveyî malê dikin di baxçe de dihewînin û got:"Em ne tenê zarokên ku dayikên wan di rêxistin û saziyan de cih digrin di nava xwe de dihewînin. Her wiha hemî dayikên xebatkar çi xebatên sazî û rêxistinan dibe çi yên ku karê çandinî û di firoşgehan de kar dikin ferq nake em di nava xwe de dihewînin."   'Ji bo parastina zarokan baxçe hat vekirin'   Velantinayê da zanîn ku rewşa Til Rifetê ne aram e û zarok hewcedariyê bi baxçe dibînin û got:"Navçeya Til Rifetê ji destpêka ku koçberên Efrînê cih tê de girtine bi êrîşên hov ên dewleta tirk rû bi rû hatiye. Gelek komkujî li ser sivîl û zarokan hat kirin. Bi taybet komkujiya ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve di 2’yê Kanûna 2019’an de pêk hat hîn jî ji bîr naçe. Zarokên bêguneh bombebaran kirin û di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî gefên dewleta tirk dewam dikin. Ji ber ku dayik jî ji ber dorpêça heyî ji bo ku debara mala xwe bikin kar dikin ji bo ku zarok jî ji êrîşên dewleta tirk werin parastin, me baxçeyek ji bo zarokan vekir. Ji bo ku em parastina wan bikin."   'Em ê xwedî li zarokan derkevin'   Di dawiya axaftina xwe de Velantînayê banga tevahî jin û mamosteyan kir ku zarokên xwe bîn baxçe û got:"Ji bo parastina zarokan daxwaza me heye ku hemî dayikên xebatkar zarokên xwe bînin baxçe. Her wiha di demên pêş de em ê dest bi fêrkirina zarokan a zimanê kurdî bikin û me ev pêşniyara xwe bi mamosteyan re parve kir û hate erêkirin. Heta em dikarin em hay ji zarokan heye û em nirxekî giran didin wan. Madem ji bo zarokan derfeteke wiha hatiye dayin, divê em jî xwedî li karê ku em dikin derkevin."