ROJEVA 13'YÊ GULANA 2024'AN 2024-05-13 09:00:00     *Parêzer Berfîn Polat balkişand ser qetilkirinên jinan ên roj bi roj zêde dibin û got mekanîzmayek ku jin serî lê bibin tune ye, jin bi destê daraz û ewlehiyê ve tên qetilkirin, pêşiya qetilkirinan jî wisa vedibe. DÎMEN HEYE   *Şagirtên ARSÎSA'yê yên ku bertek nîşanê zext û bişaftina li ser zimanê kurdî dan, bi lêv kirin ku armanca wan ew e ku zimanê kurdî pêş bixînin. Şagirtan got, “Mirov bi zimanê xwe mirov e û bi zimanê xwe tê nasîn. Ji ber vê yekêjî zimanê zikmakî mafekî bingehîn e.” DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Baxçeyê Zarokan, Velantîne Bekir derbarê girîngiya vekirina Baxçeyê Zarokan de, da zanîn ji bo parastina zarokan, Baxçeyê Zarokan hatiye vekirin û wiha got:"Heta em dikarin em hay ji zarokan heye û em nirxekî giran didin wan. Madem ji bo zarokan derfeteke wiha hatiye dayin, divê em jî xwedî li karê ku em dikin derkevin."DÎMEN HEYE   * Aktîvîsta mafê jinan Nasrîn Momen Afzalî, hawira zextê ya li Îran û Rojhilat ragîhand û ji bo dirûşmeyên li ser çapemeniya dijîtal jî got: “Ev dirûşme, heta ku çalakiyên piştgiriyê tunebin û tevger tunebin wê vala derkevin.”