TJA: Bi pêşengiya jinan têkoşîna rûmetê mezin dibe 2024-05-12 13:40:34     NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê ya ku bi munasebeta Roja Dayikan daxuyaniyek weşand wiha got:"Îro di qêrîn û lorikên Dayika Emîne Şenyaşar de em hêz û biryara jinên Kurd careke din dibînin. Dayê Emîne ji kujerên zarokên xwe hesap dipirse. Ji vê pergala rizî hesap dipirse. Ji hemû mirovên bêwijdan hesab dipirse. Bi sekna xwe wijdanê raya giştî li derdora xwe kom dike û her roj ev qêrîn mezin dibe.    Tevgere Jinên Azad (TJA) bi munasebeta Roja Dayikan daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Îro Roja Dayikan e. Pergala ku ji şîrê dayika pîroz para xwe negirtiye xwe li hember daxwaza dayikan ker û lal kiriye. Bi wesileya vê rojê em jî carek din daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bi dengekî bilind diqîrin. Waye xuya ye îro ji zindanan heta kolanan ji Dayika Emineyê heta Dayikên Edaletê; ji Dayikên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê dayikên me li hember zordariyê xwe kirine sîper û xwedî li dîroka xwe derdikevin."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   " Jin bi keda dilê xwe û xwêdana eniya xwe li ser vê axa pîroz bi hezaran nirx afirandiye. Bo vê her tim navê jinê bi afirînêrî û jiyanê re bûye yek. Ji axê re avê re mirovahiyê re û hemû xwezayê re bûye dayik û di dergûşa xwe de civakbûn mezin kiriye. Ji ber vê ye, pîrozbûna dayikbûyînê li ser hemû nirxan cihê xwe girtiye. Her gotina ku ji devê dayikan derketiye bûye bingeha exlaq û civakbûyînê, her gavê ku gihiştiye axê li wir kulîlkên bihûştî zîl daye, her rondikê ku ji çavê wan bariye bûye şîn û lorîkên dîrokî.    Ev hêza dayikî xwe bi çend hezar sal e parastiye, hiştiye ku mirovahî cewhera xwe ji bîr neke. Ji ber vê yekê îro li ku deng û rengên dayikê hebe li wir hebûn, çand û avakarî heye. Ji ber vê yekê li ku derê hebûna dayikan hebe li wir ji bo civak şahî, serbilindî û serfirazî; ji bo desthilatdariyê jî tirs, hêrs û tarîtî heye.    Ji bo gelê Kurd jin û dayik çi qasî bingeha civakbûnê be ewqas jî navê pêşengtî û serbilindiyê ye. Ronahiya ku bi destê Dayika Uweyş mezin bûye heta roja me ked û berdelên Dayikên Kurdan gihiştiye qêrîneke gerdûnî. Di tarîtiya 12'ê Îlonê de ku li ser me qirkirin hatibû ferzkirin dayikên me bê tirs xwedî li zarokên xwe derketin. Li hember zilma ku ser serê me dibariyan dayikên me geh bûn Dayikên Şemîyê geh bûn Dayikên Aşitiyê geh bûn Dayikên Laçikspî geh jî bûn Dayikên Adaletê û nehiştin ku civak ji rûmeta xwe dûr bikeve, ji nirxên mirovahiyê dûr bikeve.    Lewma Pergala faşîst herî zêde ji dayikan ditirse. Dixwaze bi girtin û tecrîtkirinê wan ji sekna xwe dûr bixe. Îro bi dehan dayikên Kurdan tevî hemû nexweşî û pirsgirikên xwe di zindanan de tên girtin. Di şexsê Dayika Xaliseyê de êşên herî mezin bi me didin kişandin. Di şexsê Dayika Taybet de şerma mirovahiyê li me ferz dikin. Di şexsê Dayikên Şemiyê de dixwazin rûmeta me bidin jibîrkirin.    Îro di qêrîn û lorikên Dayika Emîne Şenyaşar de em hêz û biryara jinên Kurd careke din dibînin. Dayê Emîne ji kujerên zarokên xwe hesap dipirse. Ji vê pergala rizî hesap dipirse. Ji hemû mirovên bêwijdan hesab dipirse. Bi sekna xwe wijdanê raya giştî li derdora xwe kom dike û her roj ev qêrîn mezin dibe.    Ne tenê Kurdistanê, em berê xwe bidin ku, li wir çîroka berxwedan û êşe di dilê dayikan de tê hûnandin. Îro Li Gazzeyê mirin ser serê gelê Filistînê dibare, dewleta qirker li hember qêrîn û hewara dayikan kujeriya xwe her roj diçe zêdetir dike. Di şexsê dayika Îsmaîl Korkmaz de Dayikên Gezîyê gera xwe ya adaletê berdewam dikin. Dayika Gulistan Doku ev çend sal in li kujerê keça xwe digere. Her roj bi sedan jin rastî qirkirina cinsî tên û dayikên wan ji bo pêşîgirtina qirkirina jinê li her derê cîhanê doza azadiya jinê bilindtir dike. Tevî hemû zext û zordariyê, hemû êş û elemên xwe jî îro bi pêşengiya dayikan şerê hebûn û rûmetê li ser vê axê bilind dibe.   Îro Roja Dayikan e. Pergala ku ji şîrê dayika pîroz para xwe negirtiye xwe li hember daxwaza dayikan ker û lal kiriye. Bi wesileya vê rojê em jî carek din daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bi dengekî bilind diqîrin. Waye xuya ye îro ji zindanan heta kolanan ji Dayika Emineyê heta Dayikên Edaletê; ji Dayikên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê dayikên me li hember zordariyê xwe kirine sîper û xwedî li dîroka xwe derdikevin.    Hezar silav ji wan jinên serbilind re. Ew ji bo rûmeta gelê xwe li berxwe didin û em ê jî ji bo bibin layiqê keda wan tekoşîna xwe mezin bikin. Roja Dayikan li hemû dayikên bi rûmet hezar carî pîroz be! "