Hozan Mizgîn li Mexmûr û Şengalê hat bibîranîn 2024-05-12 09:47:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Hozan Mizgîn li navenda Stiya Nexşa ya Şengalê bi gotina stranên wê û stranên li ser wê, hat bibîranîn. Her wiha Hozan Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bibîranîn.   Şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera koça dawî ya xwe de li gelek deverên Kurdistanê bi çalakiyên hunerî tê bibîranîn.   Navenda Çand û Hunerê ya Jinên Êzidî, ‘Stiya Nexşa’ Hozan Mizgîn bi bîr anî.   Endamên navenda Stiya Nexşa stranên li ser hozan Mizgîn hatine gotin û stranên wê ji jinan re gotin.   Li Mexmûrê Hozan Mizgîn hat bibîranîn   Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî hat bibîranîn.   Navenda Çandê bi wêneyên cangoriyên çand û hunerê hatin xemilandin. Beriya ku bibîranîn dest pê bike, di şexsê cangorî Mizgîn û hemû cangoriyên çand û hunerê de ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî huner û têkoşîna cangorî Hozan Mizgîn, Endama Stêra Zêrîn Helena Babat axivî.   Helena di destpêka axaftinên xwe de, di şexsê cangorî Hozan Mizgîn de hemû cangoriyên çandê bi bîr anî û got: “Wek tê zanîn meha Gulanê meha şehîdan e, meha qehremanan e. Di heman demê de meha şehîdên çandê ye ku hem bi rêya hunerî û hem jî bi rêya qehremanî jiyana xwe ji dest dane. Em wan şehîdan hemûyan bi bîr tînin. Hevala Mizgîn hem bi şêweya qehremanî û hem jî bi şêweya hunerî keda xwe ya di nava refên gerîla de daye nîşandan. Em keda wê ya di çandê de bi bîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. Şehîd Devrim û gelek şehîdên weke wan di vê rêyê de canê xwe ji dest dane. Dema em temaşe bikin, ji dîrokê heta niha bi sedan qehreman û ciwanên Kurd li ser vê rêyê canê xwe feda kirine. Em ê her tim li ser rêya wan bimeşin.”   Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û hunera şehîd Mizgîn hatibû amadekirin, hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê Koma Tevçand û Stêra Zêrîn stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.