‘Em ê bi israra wê siberojê ronî bin têkoşîna xwe bidomînin’ 2024-05-12 09:04:23     Elfazî Toral   STENBOL - Ji roja Peymana Stenbolê hatiye feshkirin heta niha li Tirkiyeyê 1099 jin hatine qetilkirin û 647 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jinan bertek nîşanê vê dan û gotin: “Dewlet newekhevî, neheqî, qetilkirin û tundiyê ji holê raneke em ê bikin. Em ê barîkatan hilweşînin, li dijî dewleta ku jinan bêdeng dike, bi israra ku wê siberoj ronî bibin têkoşîna xwe bidomînin.”   Peymana Stenbolê bi îdiaya ‘Malbatê xera dike’ di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de li Tirkiyeyê hat rakirin. Piştî vekişandina Peymana Stnebolê qetilkirinên jinan roj bi roj zêde bû. Li bajarên Kurdistan û tirkiyeyê her roj herî kêm 8 jin tê qetilkirin. Li gorî çeteleya tundiyê ya ku ajansa me her meh berhev dike di 2021’ê de 311 jin hatin qetikirin, 181 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di 2022’yan de  348 jin hatin qetilkirin û 206 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di 2023’yan de 320 jin hatin qetiklirin û 289 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di 2024’an de di meha çile de 27 jin hatin qetilkirin 17 jinî jî biguman jiyan axwe ji dest da. Di meha sibê de 39 jin hatin qeitlkirin û 15 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di meha Adarê de 24 jin hatin qeitlkirin û 24 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di meha Nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin û 15 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Jinan der barê Peymana Stenbolê de ji JINNEWS’ê re axivîn û gotin wê li dijî polîtîkayên li hember jinan têkoşînê bilind bikin.   Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde bû   Ji Pîrebokên Kampusê Berna Çîftçî da zanîn ku Peymana Stnebolê kêm be jî li Tirkiyeyê wekhevî pêk anî û piştî vekişandina pemanê tundiya li ser jinan zêde bûye. Bernayê got: “Qanûn ku jin, zarok û LGBTÎ diparast hat krîmînalîzekirin. Dema qanûn hebû jî tundî li ser jinan hebû. Piştî ev qanûn rabû tundî hîn bêtir zêde bû. Qanûnên ku jinan diparêzin pêk nayên. Heta dewlet tundiyê rewa dike. Piştî vekişîna Peymanê tundiya li ser jinan roj bi roj zêde bû.”   ‘Jin çiqas polîtîk bibin wê evqas xurt bibin’   Bernayê, destnîşan kir ku dewlet di bin navê ‘Parastina malbata pîroz de’ rê li ber qetilkirina jinan vedike û wiha dirêjî dayê: “Li hember jinan polîtîkayek qirkirinê ya mezin xistine jiyanê. Rojê herî kêm 8 jin tên qetilkirin. Qetilkirin roj bi roj zêde dibin û dewlet tu gavek ku pêşî lê bê girtin nayê kirin. Dewletê Peymana Stenbolê vekişand û niha jî qanûna 6284 di hedefê de ye. Dewlet raste rast êrişan didomîne. Di bi nave paratsina malbatê de wek temaşevan dimîne. Em ê li dijî van êrişan ji bo pêşî li van qetilkirinan bê girtin, bi israra ku wê siberoj ronî bibin têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Tevî hemû zextan em dest ji têkoşînê bernadin’   Ji Meclîsa Jinan a Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Tuana Gençer jî destnîşan kir ku kuştinên jinan roj bi roj zêde dibin û wiha dirêjî dayê: “Tevî ku delîl hene deshilatdarî der barê qetilkirina jinan de tu xebatê nameşîne. Tevî evqas guman û delîl hene dosya carnan qet nayê vekirin. Di dosyayên tên vekirin de jî gelek caran delîl nayên komkirin. Li dijî van jin dest ji têkoşîna xwe bernadin. Jinên ku mirinên didin ber çavan û têdikoşin hene. Tevî hemû zextan jin dest ji têkoşînê bernadin.”   ‘Jin di têkoşînê de bi biryar in’   Tuanayê bi lêv kir ku kujerên jinan nayên cezakirin û desthilatdarî cezayek bi bandor nade. Tuanayê wiha anî ziman: “Her roj jin tê qetilkirin. Em dibînin ku sedem çiye û ji aliyê kê ve tên qetilkirin. Em di mijara bilindkirina têkoşînê de bi biryar in. Em ji bo jinan pêşniyara çareseriyê pêşkêş dikin. Em wek platftorm wek rêxistinên jinan vê dikin. Ji ber em dizanin ku jin ji aliyê mêrên herî nêz ve tên qetilkirin. Hêza ku pêşî li tundiya li ser jinê bigire dewlet e.  Gelek tiştên ku dewlet bike heye lênake. Delwet neçare vê zext, newekhevî û êrişê bidawî bike. Dewlet vê neke em ê bikin.”   ‘Jinan di 31’ê Adarê de bersiva xwe da desthilatdariyê’   Tuanayê balkişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê û wiha vegot: “Jinan di 31’ê Adarê de bersiva xwe da desthilatdariya ku êrişên qestên jiyana jinan dike,  nabîne. Di serî de jinan û gelan bersiva xwe bi awayekî zelal da desthilatdariyê. Ferasetên paşverû yên wan şaredariyan çalê dîrokê kirin. Gelek tiştên ku şaredarî ji bo jinan bikin hene. Mînak vekirina stargehan. Lê em dibînin ku şaredarî vê nakin. Jinan peyama xwe zelal nake. Em ê destûr nedin hewldana dijminahiya jinan dike. Her ku ew êriş bikin em ê li pêş wan bisekinin.”