Li Curnê Reş serdana şînê 2024-05-11 15:21:40     RIHA - Li Curnê Reş endamên DEM Partiyê ku di nav de parlamenter jî hebûn, serdana şîna HPG'yî yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, kirin.   Welatiyên di nav wan de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Zeynep Oduncu û Omer Ocalan jî hebûn, serdana şîna Orhan Demîr (Qahraman) ê HPG’yî ku di 30’ê Îlona 2022’an de li Girê Hekarî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da kirin.  Girseyek mezin bi pêşengiya Gelek kes tevli serdana şînê ya di pêşengtiya Komeleya Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Axa Qedîm Windakirine  (KATDER) li navçeya Curnê Reş a Rihayê pêk hat bûn.  Kesên çûn serdan şînê ji aliyê malbata Orhan Demîr ve hatin pêşwazîkirin.