Eqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn 2024-05-11 15:10:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan li 3 bajaran eqûbeta xizmên xwe pirsîn. Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglu ku li Amedê daxuyanî da, diyar kir ku îktîdara siyasî li hemberî vê çalakiya xizmên windayan bêdeng e. windayan bi sedan hefte ne û destnîşan kir ku bêyî rûbirûbûna pirsgirêka windayan ne pêkan e ku bigihêjin rastiyê.   Xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe li Amed Colemêrg û Êlihê, çalakî li dar xistin.   Amed   Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşma “Bila wina bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 796’an de çalakiyên xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kirin. Kesên tev li çalakiyê bûn, wêneyên windayan rakirin. Rêveberên DEM partî, Nûnerên ÎHD’ê û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn bi minasebeta Roja Dayikan qurnefil dan dayikan. Cîgira Hevserokê ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglu, bal kişand ser roja dayikan û wiha got: “Gelek dayik li ser goristanan li zarokên xwe digerin. Dayik bi sedan hefte ne li windayan digerin. Heta ku dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû nebe, nagêje heqiqetê.”    Endama Înîsiyatifa Heq Fatma Bostan Unsal jî anî ziman ku herî zêde dayik mafê jiyanê diparêzin.    Eqûbeta Mehmet Şerîf avşar pirsîn   Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Berfin Elçî jî çîroka Mehmet Şerîf Avşar vegot. Elçî anî ziman ku di 10’ê Gulana 1994’an de li Bajara Nû çawîşê pispor Gultekin Sutçu û 3 cerdevanên li gel wî hatin dikanê û Mehmet Şerif Avşar binçav kirin û 2 hefte şûnde cenazeye wî hat dîtin.    Berfînê da zanîn ku keça Avşar Sadiye Avşar diyar kiriye ku 3 cerdevan û çawîşê pispor hatine dikanê û bavê wê li dikanê binçav kirine.”    Piştî çîroka windayan xwendin, li pêş bîrdariyê çalakiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.    Êlih    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 632’an de li kolana Gulistanê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan çalakî li dar xistin. Di  çalakiyê de parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, Rêveberên DBP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên TMMOB’ê û Dayikên Aştiyê  amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Zekî Dîrîl ê 16 salî û Îlyas Dîrîl ê 12 salî ku Qereqola Cendirmeyan a Gêçîtê di 2’ê Gulana 1994’an de hatin binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de bi minasebeta Roja Dayikan qurnefil li dayikan belav kirin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Sînan Îslam Gegîn aqûbeta pismamên hev Dirilan pirsî. Piştî aqûbeta windayan pirsîn çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.    Colemêrg   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windayan li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin bahev. Endamên Meclisa Şaredariya Geverê yên DEM Partiyê, endamên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navçeyê û Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate daliqandin û wêneyên kesên bi awayekî kiryarên nediyar hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di hefteya 122’yemîn de faîlên Nacî Şengul ê di 24’ê tîrmeha 1994’an de piştî li Şemzînanê hate binçavkirin hate qetilkirin hate pirsîn.    Eqûbeta Nacî Şengul hat pirsîn   Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş diyar kir ku ji ber pergala necezakirinê heye sûcên windakirina bi darê zorê pêk tên û destnîşan kir ku neçareseriya hiqûqî ya sûcên li dijî mirovahiyê wê rê li ber binpêkirinên sîstematîk û berfireh ên mafên mirovan veke.    Ozan, bi lêv kir ku weke malbata Nacî Şengul a 20 sal in li edaletê digere û parazvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku divê demildest aqûbeta gundiyên hatine qetilkirin were aşkerekirin û ev bang kir: “Bila aqûbeta Nacî Şengul û gundiyên din were aşkerekirin û berpirsyar bên darizandin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.