Îşkenceya li hember Sedanûr û Sîbelê hat protestokirin 2024-05-11 13:56:27     WAN - Derbarê îşkenceya li hemberî Sedanûr Ugur û Sîbel Orkmez ên girtî de TJA daxuyaniyek da û banga hişyariyê li rayagiştî kir.    Sedanûr Ûgûr û Sibel Orkmez di dema protestoyên Wanê de hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê. Di girtîgehê de hatin tehdîtkirin û îşkence li Sedanûr û Sîbelê hat kirin. Derbarê mijarê de li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê pêk hat. Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserokên DEM Partî yên Begirî û Rêya Armûşe û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt ve hat xwedin.    Di daxuyaniyê de Gulşen bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Li girtîgehan îşkence û tecrîd didome û îktîdar dixwazen îhlalkirina mafên girtiyan veşêre. Sîbel û Sedanûr di dema berxwedana Wanê de hatin girtin. Dema parêzer bi wan re hevdîtin kir derket holê ku her du jin ji hêla karmendên girtîgehê ve bi gotinan hatine tehdîtkirin û tacizkirin. Her du jinên ku xistin koguşa edliyan bi êrişa edliyan ve rûbirû man."   Gulşen, destnîşan kir ku wek TJA dê her tim li cem hevalên xwe yên li girtîgehan de li ber xwe didin, bin û wiha axivî: "Em bang li şandeyên dadgehê dikin ku bila nebin hevkarê polîtîkayên îktîdarê. Girtî niha li dijî polîtîkayên tecrîdê di nav berxwedanê de nin. Em carek din ban li saziyên demokratîk dikin ku xwedî li girtiyên siyasî derkevin. Berxwedan jiyan e û ji bo jiyaneke azad û wekhev dê têkoşîna xwe bidomînin."    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana”  bi dawî bû.