TAJÊ: Em rê nadin qetilkirina jinan 2024-05-11 11:42:16       NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ di çarçoveya pêngava "Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê" de serdana gora komî ya Herdanê kir û bi daxuyaniyekî diyar kir, ew ê êdî rê nedin qetilkirin û destdirêjiyê.   Pêngava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşmeya, "Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê" bi çalakiyên cûda dewam dike. Jinên Êzidî bi vê armancê bi pêşengiya TAJÊ serdana jinên di dema fermana 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin dikin. Gelek jin bi awayeke komî û hovane di van gorên komî de hatine veşartin. Bi taybet jinên bi temen yên serî li ber ferzkirinên DAIŞ’ê ne tewandin bi şêwazeke hovane hatin qetilkirin. TAJÊ di çarçoveya pêngavê de serdana gorên komî dike û hewl dide bibîranîna qurbaniyên fermanê hişyariyek ji bo xweparastinê li gel jinên êzidî çêbike.   Jinan di 9'ê gulanê de serdana "Bîrdariya Solaxê" ya qurbaniyên fermanê kirin û duh jî bi awayeke girseyî serdana goristana qurbaniyên fermanê yên ji gora komî hatine derxistin kirin.   Jin serdana goristanê kirin, dar û gul li nava goristanê çandin.   Li ser navê jinan Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û bal kişand ser bi şîdeta sîstematîk a piralî ya li ser jinan û got: "Em jinên ku di dema êrişên DAIŞ’ê de li Şengalê hatine qirkirin bibîrtînin. Em bang li jinan dikin ku êdî serî li ber neheqî û zilmê rakin. Em êdî rê nadin neheqiyê. Em ê êdî destûrê nedin jin werin qetilkirin. Em soz didin van şehîdan heya dawiya jiyana xwe li pey xewn û xeyalên wan bin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya, "Şehîd namirin" bi dawî bû.