'Divê rojnamegerên Kurd di rojeva her kesî de bin' 2024-05-11 09:07:22     Elfazî Toral   STNEBOL - Rojnameger Încî Hekîmoglu der barê binpêkirinên mafan ên li hember çapemeniya azad axivî û got: “Li hember çapemeniya Kurd binpêkirinên mafan ên bi xof tên jiyîn. Yên li dijî vê bêdeng dimînin jî hevkarê vî sûcî ne. Divê rojnamegerên Kurd di rojeva her kesî de bin.”   Zextên li ser çapemeniya azad roj bi roj zêde dibin. Çapemeniya azad ku dibe dengê gel û heqîqetê dibe hedef û bi girtin, binçavkirin, êrîşan hewl tê dayîn bê çewisandin. Herî dawî di 23’yê Nîsanê de navenda wê Stenbol operasyon hat kirin û 9 rojnameger hatin binçavkirin. Nûçegîhana MA’yê Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, rojnameger Erdogan Alayumat di 26’ê Nîsanê de hatin girtin. Li girtîgehê Jinan a Bakirkoyê li rojnameger Esra Solîn Dal lêgerîna tazî hat kirin û bi rojan e di hucreya yek kesî de tê girtin. Dîsa di 6’ê Gulanê de rojnameger Derya Us û Nurcan Yalçin di serdegirtina malan de hatibûn binçvkirin. Li gorî rapora ku Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) amade kiriye ji roja AKP hatiye desthilatdariyê 894 rojnameger hatine girtin. Li gorî daneyên DFG di 2002’yan de 17, di 20023’yan de 15, di 2006’an de 22, di 2007’an de 9, 2008’an de 23, di 2009’an de 37, di 2010’an de 9, di 2011’an de 36, di 2012’an de 5, di 2013’an de yek, di 2014’an de 2, di 2015’an de 8, di 2016’an de 145, di 2017’an de 206, di 2018’an de 56, di 2019’an de 130, di 2020’î de 87, di 2021’ê de 3, di 2022’yan de 32, di 2023’yan de 43, di 4 mehên ewil ên 2024’an de 8 rojnameger hatine girtin.   Rojnameger Încî Hekîmoglu ji JINNEWS’ê re der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Zextên li dijî çapemeniya Kurd dijhiqûqî ne’   Înciyê da zanîn ku rojnamegerên Kurd dibin hedef û wiha got: “Ev ne tenê ji bo hemû rojnamegeran ji bo rojnamegerên ku heqîqetê derdixin holê derbasdar e. Dema li hember muxalîfan tiştek dibe hema dibe rojev. Lê ger ku çapemeniya Kurd be nabe rojev. Rojnamegerên Kurd bi hinceta nûçeyên çêdikin bi sûcdariyan re tên rû hev. Pergal hewl dide rastiya li erdnîgariya Kurd bê veşartin. Ji ber vê jî dixwaze çapemeniya azad biçewisîne.”   ‘Li hember çapemeniya Kurd êrîş heye’   Încîyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Rojnamegerên Kurd di bin zextan de ne. Ev ji pirsgirêka Kurd serbixwe nîne. Dewlet bi salane polîtîkaya zextê dimeşîne. Nêrîna dewletê ya li hember mijarê tu car neguherî. Ev êdî pirsgirêka Kurd tenê nîne. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Heta ev pirsgirêk çareser nebe wê binpêkirin bidome. Desthilatdarî dibêje heta ku çapemeniya Kurd rastiyên herêmê binpêkirinan bîne ziman wê zextên me bidome. Mixabin çapemeniya Tirkiyeyê jî li dijî vê bêdeng dimîne û dibe hevkarê vî sûcî. Li hember çapemeniya Kurd binpêkirinên mafan ên bi xof tên jiyîn. Divê di vê mijarê de hemû rojnameger, siyasetmedar û aliyên demokratîk agahdarkirinê bikin û bêdeng nemînin.”   ‘Yên bêdeng dimînin wê ew jî bi zextan re bên rû hev’   Înciyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên li hember van zextên li ser rojnamegerên Kurd bêdeng dimînin wê rojekê teqez ew jî bi van zextan re bên rû hev. Divê her rojnameger xwedî li hevpîşeyên xwe derkevin. Divê hestiyariya rayagiştî bê zêdekirin. Heta ku hestiyarî neyê zêdekirin wê her kes rojekê bibe hedefa vê dijhiqûqî û zordariyê. Zext û êrîşên li ser rojnamegerên Kurd bi awayekî wekhev nayên rojevê. Li dijî van zextên li ser rojnamegerên Kurd divê têkoşînek bê dayîn.”