Ji bo Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku bang 2024-05-10 09:03:22     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Ermîş da zanîn ku serlêdanên ji bo Turnuvaya Futbolê ya Gulîstan Doku gelek zêdeye û wiha got: “Em armanca dikin ku li dijî spora zîhniyeta serdets, rewşa dînamîk a ciwanan bi sporê re bînin gel hev. Em banga tevlibûna têkoşînê û valaderxistina polîtîkayên şerê taybet li ciwanan dikin.”    Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), di çarçoveya kampanya ‘li dijî şerê taybet têkoşîna bi heybet’ ya di 5’ê Tebaxa 2023’an de hatiye destpêkirin bi dirûşma "Li dijî polîtîkayên şer: Lêxe" turnuvaya futbolê pêk tîne.   Turnuvaya îsal ji bo Gulîstan Doku ya 4 sal e winda ye wê pêk bê. Serlêdana turnuvayê heta 21’ê Gulanê didome.    Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Ermîş der barê polîtîkayên şer û armanca turnuvayê de axivî.   Du nasnameyên li dijî şer disekinin: Jin û ciwan Senemê polîtîkayên şerê taybet ku bi salane didome bibîr xist û got şerê taybet tenê li ser bedena jinê nayê meşandin, hemû jiyan xistiye bin bandora xwe û got: “Civaka Kurd xwediyê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanek demdirêj e. Ji ber berxwedana nasnameyê her tim bi êrîşan re hatiye rû hev. Dewletê li dijî vê bi rêbazên cuda êrîş pêk anîne. Li Kurdistanê şerê taybet û psîkolojîk tê meşandin. Du nasnameyên dînamîk yên gel yek jê jin ya din jî ciwan in. Li ser van her du nasnameyan polîtîka şerê taybet heye.  Hem jinan hem ciwanan hedef digire. Li Kurdistanê polîtîka fuhuş, hişbirê tê meşandin.”   ‘Li dijî êrîşan berxwedana me  heye’   Senemê her wiha destnîşan kir ku li dijî êrîşa topyekun berxwedana wan ya topyekun heye û got yek ji qadên berxwedanê turnuvaya wan ya futbolê ya ku pêk tînin e. Senemê wiha daxuyand: “Em êrîşên li hember Kurdan dibînin. Di şexsê jinan de dixwazin civaka Kurd bixînin. Me navê Gulîsan Doku da turnuvaya xwe. Em dixwazin li dijî spora serdest rewşa dînamîk a ciwanan bi sporê re bînin gel hev. Dijmin rêbazên şer diguhere em jî têkoşîna xwe pêş dixînin û diguherin.”   ‘Serlêdan pir zêde ye’   Senemê wiha dawî lê anî: “Ji Stenbol, Edene, Mersîn, Amed, Qers, Riha, Dîlok,Wan, Êlih û gelek bajarên din ciwanan eleqeyek mezin nîşanê turnuvayê dan. Amarmanca serlêdana ciwnan ne tenê şahî ye. Li hinek deveran pêş maç  tên lîsitn. Ciwan tên gel hev. Em bi ciwanan re şerê taybet nîqaş dikin. Serlêdan li gorî sala borî zêdetir e.  Em bang li hemû ciwnandikin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet bên gel hev, têbikoşin û polîtîkayan vala derxînin.”