ROJEVA 10'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-10 09:00:01     *Sekretera Çalakiya Mafên Mirovan a Kurd (KHRG) ya li Afrîkayê Fazela Mamomed wiha got: “Yên guherînê bikin ne hikûmetin. Yên bikin mirovên li kolanê ne.  Divê em hemû bi biryar bin bibin yek û  ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.” DÎMEN HEYE    * Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Ermîş da zanîn ku serlêdanên ji bo Turnuvaya Futbolê ya Gulîstan Doku gelek zêdeye û wiha got: “Em armanca dikin ku li dijî spora zîhniyeta serdets, rewşa dînamîk a ciwanan bi sporê re bînin gel hev. Em banga tevlibûna têkoşînê û valaderxistina polîtîkayên şerê taybet li ciwanan dikin.”  DÎMEN HEYE   *Jinan êrişên li hember kedkarên çapemeniyê nirxand û diyar kir ku operasyonên tên kirin bi armana pêşî li rastiyê bê girtin tên kirin û gotin: “Em binçavkirin û zextan qebûl nakin. Em ligel heqîqetê ne.” DÎMEN HEYE    *Yek ji şahidên têkoşîna Hozan Mizgîn ku bi kesayeta xwe ya leheng ji bo hemû jinan bû çavkaniya îlham û wêrekiyê, Gulperî Îlbasan wiha got: “Li dijî Şehîd Mizgîn ku rihê berxwedan û heqîqetekê dihewand, hem dijmin hem jî zîhniyeta serdet ya mêr şûnde gav avêt. Lehengiya Mizgînê ji bo hemû jinan bû çavkaniya îlhamê. Heqîqeta wê ji jinan re pêşengî kir, em di şopa têkoşîna ku wê hiştiye de dimeşin.”  DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, Zelox Bekir têkildarî aloziya li Sûriyeyê dewam dike da zanîn herî zêde jinan para xwe ji vê yekê girtin û wiha got:"Bi taybet rêgirî û ambargoya Hikumeta Şamê ya ku li ser koçberan dewam dike û wan ji hemî pêdiviyên jiyanî qut dikin. Her wiha koçberên Efrînê bi êrîşên dewleta tirk a dagirker rû bi rû ne. Lê belê têkoşîna ya li dijî ambargoya Hukumeta Şamê û êrişên dewleta tirk dewam dike. " DÎMEN HEYE