Taximê Voleybolê yê Jinan çû serdana hevşaredaran 2024-05-09 13:52:42     AMED - Werzîşvanên ciwan ên Taximê Voleybolê yê Jinan û heyeta wê ya teknîk, çûn serdana hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.   Werzîşvanên ciwan ên Taximê Voleybolê yê Jinan û heyeta wê ya teknîk, çûn serdana hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun. Taximê Voleybolê yê Jinan ê di bin banê Serokatiya Daîre ya Xizmetên Werzîşê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat avakirin di lîstikên îsal de kûpaya şampiyontiyê girt û derketin lîga duyem.    Werzîşvanên jin ên bi kûpaya şampiyontiyê hatin serdana hevşaredaran forma jî diyarî wan kir.    Hevşaredaran werzîşvanên jin pîroz kirin û ji bo sezona nû serkeftin ji bo wan xwestin.