Li dijî şerê taybet di têkoşînê de bi biryarin 2024-05-09 09:02:08   Elfazî Toral   STENBOL- Aktîvîsta TJA’yê Dîdem Acabey diyar kir ku di nokteya jiyana demokratîk, azad û wekhev de wê têkoşînê mezin bikin û got: “Em ê rêxistinbûna jinan mezin bikin û li dijî polîtîkaya tundiya mêr û polîtîkayên şerê taybet têbikoşin. Ji bo jin teslîmî polîtîkayên şer nebin em ê mekanîzmayên parastina cewherî pêş bixînin. Em di nokteya afirandina têkoşîna jinên ciwan de bi biryarin.”    Yek ji polîtîkayên esas ya desthilatdariyê tundiya li ser jinê ye.  Bi polîtîkayên şerê taybet tundî û qetilkirina jinan didome. Di serî de li Kurdistan û li her derê Tirkiyeyê bi polîtîkayên şerê taybt jin hedef tên girtin. Di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinê her diçe mezin dibe de têkoşîna jinan jî li dijî vê xurt dibe.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîdem Acabey got ew bi biryarin ku jinên xwe bi azadiyê heyî dikin zêde bikin.   ‘Dixwazin jinan ji bîra kolektîf qût bikin’  Dîdemê da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji 2015’an heta niha di pratîka şerekî piralî de ye û wiha got: “Dixwazin şerê psîkolojîk û polîtîkaya jibîrkirinê bikin jiyanê. Desthilatdatdarî hem li Kurdistan hem li Tirkiyeyê dixwaze jinan û civakê ji bîr û baweriya wan qût bike. Jin li dijî vê li kolanan têdikoşin. Tundiya dewletê ya li ser jinê li her qadê bi her alî xwe dide der.”   Jin li dijî têkbirinê têbikoşin   Dîdemê nirxandina xwe wiha domand: “Di encama polîtîkayên şerê taybet de cerdevan, leşker û polîs berê xwe didin jinan. Di bin navê evîn, zewac û romantîzmê de jin hedef tên girtin. Mirinên biguman yên jinan zêde dibin. Ev bandora polîtîkayên şerê taybetin. Desthilatdarî bi polîtîkayên şerê taybet jinên ciwan hedef digire. Jin heta îro li dijî her cureyê polîtîkayên desthilatdariyê li ser piyan man. Dewlet dixwaze jinan têk bibe. Lê jin li dijî vê têkbirinê têkoşîn û berxwedana xwe bilind dikin.”   ‘Rastiya jina berxwedêr heye’   Dîdemê destnîşan kir ku jinan li dijî dîroka komarê ya sedsalî û deshtilatdariya AKP’ê ya 22 salan  têkoşîn mezin kirine û wiha pê de çû: “Li dijî van polîtîkayên zext û çewisandinê û êrîşan jin her tim di lêgerîna jiyana azad, wekhev û bi edelet de ne. Hilbijartinên herêmî nîşan da ku pergala hevserokatiyê bi ser ketiye. Pergala hevserokatiyê ne mijara serkeftina hilbijartinê bû. Bersiv û destkeftiya li dijî Hîzbullah û Kontra bû. Hevserokatî bersivek bû. Jin xwedî li pergala hevserokatiyê derketin. Rastiya jina ku li ber xwe dide heye. Jin bi awayekî xurt berxwe didin. Emîne Şenyaşar hîna ber xwe dide. Dayika Gulîstan Doku hîna berxwe dide.Dayikên Aştiyê, Mirovên Şemiyê hîna berxwe didin.”   ‘Jin xwedî li Abdullah Ocalan derdikevin’   Dîdemê anî ziman ku AKP bi taybet jinên Kurd hedef digire û sedema polîtîkayên şerê taybet jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku tê meşandinê ye. Dîdemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî dixwaze têkiliya gelê Kurd û jinên Kurd bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re qût bike. Ji bo vê jî şerekî topyekun dimeşîne. Ji ber ku jin xwedî li Abdullah Ocalan derdikevin.  Îqtîdar yekane hêza li dijî şerê psîkolojîk dibîne jî jin in. Ji ber vê jî li hember jinan êrîşek mezin heye. Em desthilatdariyeke ku dixwaze têkliyam e bi rêberê me r  qût bike re rû bi rû ne.”   ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê şer bidawî nabe’   Dîdemê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Abdullah Ocalan 25 sale tê tecrîdkirin û 38 mehe tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda li Îmraliyê ji qetilkirinên jinan serbixwe nîne. Em ê rêxistinbûna jinan mezin bikin û li dijî polîtîkaya tundiya mêr û polîtîkayên şerê taybet têkoşînê mezin bikin. Ji bo jin teslîmê polîtîkayên şer nebin em ê mekanîzmayên parastina cewherî pêş bixînin û têkoşînê bilind bikin. Em di nokteya afirandina têkoşîna jinên ciwan de bi biryarin.”