ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-09 09:00:00     *Aktîvîsta TJA’yê Dîdem Acabey diyar kir ku di nokteya jiyana demokratîk, azad û wekhev de wê têkoşînê mezin bikin û got: “Em ê rêxistinbûna jinan mezin bikin û li dijî polîtîkaya tundiya mêr û polîtîkayên şerê taybet têbikoşin. Ji bo jin teslîmî polîtîkayên şer nebin em ê mekanîzmayên parastina cewherî pêş bixînin. Em di nokteya afirandina têkoşîna jinên ciwan de bi biryarin.” DÎMEN HEYE   *Xizmên girtiyan ku di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’,  Nobetên Edeletê dabûn destpêkirin û çalakiya xwe anîn qonaxek nû ku li ber girtîgehan bi dirûşmeya ‘deng bidin azadiyê’ didomînin, di çalakiyê de axivîn û gotin: “Heta Serokê me azad bibe dê têkoşîna me bidome.”  Çalakgeran her wiha banga tevlibû çalakiyê li hemû aliyên civakê jî kirin. DÎMEN HEYE   *Endama YJK-E’yê Besra Uzun der barê kampanyaya ‘Ji CPT re name’ de axivî û got: “Em ê CPT rehet bernedin. Bila vê bizanibin. Azadiya serokatiyê azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê jî bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibin.” DÎMEN HEYE   *Endama Kongra Star a Wargeha Berxwedan a penaberan Heyat Îbrahîm bal kişand ser zehmetiyên li kampan derdikevin pêşberî penaberan û têkoşîna li dijî zehmetiyan û wiha got:"Koçber ji ber astengiyên heyî, astengiyên nû dikşînin. Dema em dibêjin em jiyana xwe berdewam dikin pêwîstiya me bi her cureyên pêdiviyên jiyanî hene. Divê rêxistinên navneteweyî bi taybet xwedî li milletê wekî me yê koçber derkevin." DÎMEN HEYE   *Rêvebera ARSÎSA yê Evîndar Akbûlût, anî ziman ku hem li komeleyê û hem jî li kolanan xebatên zimanê xwe didomînin û diyar kir ku ciwan dixwazin bi zimanê kurdî xwedî li dîrok û çanda xwe derkevin û got: “Her roj û saeta me divê bibe kurdî."  BI DÎMEN