Gundên Efrînê hatin bombebarankirin 2024-05-05 11:40:53       NAVENDA NÛÇEYAN -Hat ragihandin ku Tirkiye û komên girêdayî wê navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên Şehbayê bombebaran kirin.    Ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve li dijî gundên Soxanekê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşek pêk hat. Li gorî nûçeya ANHA'yê, gundê Dêqaq ê Şehbayê jî bi awayekî hemwext hat bombebarankirin.   Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.