Jinên kantona Firatê namzedên xwe hildibijêrin 2024-04-28 12:17:29       NAVENDA NÛÇEYAN -Li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên pêşhilbijartinên namzedên jin ên hilbijartinên hevşaredaran dest pê kir. Jin bi coşeke mezin berê xwe didin ser sindoqan.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê j hilbijartinên xwecihî yên şaredariyan re demek kurt ma û dê di 30’ê Gulanê de werin pêkanîn.  Li aliyekî din tevgerên jinan û partiyên siyasî jî pêşhilbijartinên diyarkirina namzedên xwe dikin.   Di vê çarçoveyê de îro rêxistina Kongreya Star a kantona Firatê dest bi xebatên pêşhilbijartinan li Kobanê û navçeya Eyn Îsayê kir. Her wiha tê payîn ku dê di 29’ê Nîsanê de jî pêşhilbijartinên namzedên jin ên navçe û bajarakên kantona Firatê pêk werin.   Di pêşhilbijartinên îro de, li Kobanê Mizgîn Xalib Elûş û Felek Yusif di dengdanê de cih digrin. Her wiha yên Eyn Îsa jî Sena Xelîl El-Ebo û Ayat Îsa Abdullah in.     Ji seat 10’ê sibehê de jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji temenên 18 salî ber bi 100 salî ve bi coşeke mezin û bi berzkirina dirûşmên “jin, jiyan, azadî” berê xwe didin sindoqan û dengê xwe didin.