Îranê 10 sal ceza li mamosteya zimanê Kurdî birî 2024-04-21 12:56:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî ji kar dûr xist û 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.   Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî hat birîn.   Soma Pûr Mihemedî ku mamostaya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn e, bi "rêxistinkirina kom û rêxistinên zerarê didin ewlekariya Îranê" tê sûcdarkirin.   Beriya niha jî bi sûcdariya "zerardayîna li ewlekariya cemaweriyê" salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.