ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-16 09:00:00     *Yek ji welatên ku binpêkirinên mafan ên zarokan lê zêde dibin Iraq e. Tundî, sûcên zayendî, di temenê biçûk de xebitandin û zewicandin û her wiha di pevçûnan de bikaranîna zarokan li vî welatî gelek zêde ye. Her çiqas xebatên hişyarkirinê û bangên UNICEF’ê hebin jî sererastkirinek şênber tune ye. (DOSYA)   *Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol beriya rûniştina doza Kobanê bang kir û got: "Biryara ku di vê dozê de bê dayîn rasterast gelên Tirkiyeyê yên li hêviya siberojeke demokratîk e, eleqedar dike."