Li Agiriyê jinek qetil kirin û yek jî birîndar kirin 2024-04-15 11:12:51     AGIRÎ - Li Gundê Kokîna yê Panosê, mêrê bi navê Savaş Îşîk jina pê re hatibû zewicandin Esma Îşîk qetil kir û dayika wê jî bi giranî birîndar kir.    Duh bi şev li gundê Kokîna yê navçeya Panosa Agiriyê mêrê bi navê Savaş Îşîk jina ku pê re hatibû zewicadnin Esma Îşîk bi kêrê qetil kir û dayika wê jî bi giranî birîndar kir. Cenazeyê Esma Îşîk a jiyana xwe ji dest daye, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Dayika Îşîkê ya bi giranî birîndar bûye jî rakirin serwîsa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê.    Savaş Îşîk ê hatiye binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê hate girtin û şandin girtîgehê.