Girtî Hatîce Yildiz ji ser hişê xwe çû 2024-04-14 22:32:47   STENBOL - Hat diyarkirin ku  Hatîce Yildiz a 75 salî ya ji ber ji keça xwe ya girtî re pere şand hat girtin her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xerab dibe ü her tim ji ser hişê xwe diçe.   Rewşa tenduristiyê ya Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber ji keça xwe û hevala wê ya di girtîgehê de re pere şandiye hate girtin, her ku diçe ber bi xirabûnêr ve diçe. Lawê Hatîceyê Alper Yildiz ê di 13’ê nîsanê de çû hevdîtina dayika xwe ya di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin, anî ziman ku dema dayika wî derketiye cihê hewadariyê ji ser hişê xwe çûye.   Alper ê bi dayika xwe re hevdîtin kir, têkildarî hevdîtina vekirî ya bi dayika xwe re agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA) wiha got: “Ez duh çûm dayika xwe ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin bibînim. Roja înê dema dayika min derketiye cihê hewadariyê ji ser hişê xwe çûye. Beriya niha jî ev rewş hatibû jiyîn. Ji bilî vê yekê ser û pişta dayika min jî diêşin û berçavên wê şîn bûne û divê emeliyat bibe. Ya herî girîng jî tansiyona bilind bi dayika min re heye û ji ber vê yekê her tim ji ser hişê xwe diçe. Tansiyona dayika min her tim bilind dibe û dema ji ser hişê xwe diçe heke demildest nebin revîrê dibe ku rê li ber rewşeke girantir vebe. Ji ber temenê dayika min û tansiyona bilind a pê re heye mayîna wê ya di girtîgehê de rîskeke cidî ye. Ji ber vê yekê dixwazim dayika min were berdan.”