Kombûna Jinan a Zenûbiya bûyera îşkenceyê şermezar kir 2024-04-13 14:34:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê îşkenceya li 3 jinan a li gundê Ebû Herdûm ê Dêrazorê pêk hatiye, şermezar kir.   Kombûna Jinan a Zenûbiya bûyera îşkenceyê ya li Dêrazorê şermezar kir. Meclisa Kombûna Jinan a Xeta Şerqî ya kantona Dêrazorê sûc û tundiya li dijî jinan şermezar kir.    Hevseroka meclisê Îman El Mirkaz daxuyanî xwend û got: "Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin."   Îmanê di daxuyaniyê de sûc û îşkencekirina 3 jinan li gundê Ebû Herdûm ê rojhilatê Dêrazorê ku di 10'ê Nîsanê de çêbûye, bi bîr xist û bang li aliyên têkildar kir ku kesên ev sûc kiriye, bigirin û cezayên herî giran li wan bibirin.