Malbatên şehîdan êrişa li ser goristanan şermezar kir 2024-04-13 14:33:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisên malbatên şehîdan li 11 bajar û navçeyên kantona Cizîrê êrişa li ser goristanên cangoriyan ên li navçeya Lice yê Amedê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êriş binkeftina AKP'ê û dewleta tirk nîşan dide.   Meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê, Şedadê, Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîsê bi daxuyaniyên cuda êrişa li ser goristana cangoriyan a li navçeya Lice ya Amedê şermezar kir.   Di daxuyaniyan de êrişa li ser goristanê hate şermezarkirin û hate gotin ev êriş helwesta alîgirên AKP'ê ya li Tirkiyeyê, binkeftina AKP'ê di hilbijartinan de û binkeftina artêşa Tirk a li çiyayên Kurdistanê rave dike.    Her wiha hate diyarkirin ku êrişa li ser goristanê li dijî mafên mirovan e û divê hesab ji ber wê were pirsîn.   Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mirovî yên navneteweyî hate kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurdistanê û gelê Kurd bên rawestandin û Erdogan bê darizandin.