'Ji bo tecrîd rabe em ê berxwedanê mezin bikin' 2024-04-12 20:03:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha aydeniz a çû serdana Nobeta Edaletê wiha got:"Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe em ê li her derê serhildana xwe mezin bikin. Em ê rexistinbûyina xwe hîn mezin bikin."   Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê xizmên girtiyan dane destpêkirin di roja 96'an de dewam dike. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha aydeniz, Hevṣaredarên DEM Partiyê yên Qoserê Zeyni Îpek û Hamdiye Bilek Turgay û gelek welatî  çûn serdana Nobeta Edaletê ya di roja 96'an de ye. Di nobetê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan " hat berzkirin.   'Ji bo tecrîd rabe em ê berxwedanê mezin bikin'   Saliha ya li vir axivî bal kişand ser rakirina tecrîdê û got;"Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe em ê li her derê serhildana xwe mezin bikin. Em ê rexistinbûyina xwe hîn mezin bikin."