Li Mexmûrê Hilbijartina Şaredariyê 2024-04-12 12:54:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartina ji bo şaredariyê hat destpêkirin. Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartin hat destpêkirin. Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê. Wê dû hevşaredar û heft encûmen werin hilbijartin.   Di van kêliyan de jî xelkê wargehê bi kelecanek mezin diherikin ser sindoqan. Hilbijartin di demjimêr 08:00’ê sibehê  de destpêkir û wê heta demjimêr 17:00’an bidome. Her wiha piştî ku deng dayîn qediya wê encamên hevşaredar û encûmenan were eşkere kirin.   Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê her dû salan carekê hilbijartinên şaredariyê tê kirin.