Li PE'yê Konferansa Tecrîdê 2024-04-11 20:47:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç di konferansa li dijî tecrîd û muamileya xirab a girtîgehan de ku PE'yê tê lidarxistin, axivî û anî ziman ku divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin.   Li Parlamenta Ewropayê li ser rewşa girtiyên siyasî yên di bin tecrîd, êşkence û muameleya xerab de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de bi taybetî bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya li hemberî vê mijarê hate rexnekirin.   Konferansa ku ji aliyê Endamê Parlamentoya Ewropayê Massîmîlîano Smerîglîo ve hat organîzekirin ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokratîk ên Ewropayê (AED) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) ve hat organîzekirin.   Di konferansa bi navê “Girtiyên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence” de gelek rûniştin hatin lidarxistin.    ‘Prensîbên gerdûnî tên rawestandin’   Pisporê hiqûqa ceza û hiqûqa mafên mirovan û endama Akademîsyenên ji bo Aştiyê Dr. Gulşah Kurt jî di nav axaftvanên vekirinê de bû. Gulşah Kurt rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û bi taybet rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Gulşah Kurt diyar kir ku di 20 salên dawî de li girtîgehên tîpa F’yê zêde bûne û diyar kir ku şert û mercên li Îmraliyê ji girtîgehên tîpa F wêdetir in. Gulşah Kurt diyar kir ku mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan nayê sepandin, her wiha bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên keyfî û astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran. Gulşah Kurt rexne li dewletan kir ku çavê xwe ji van binpêkirinan re girtine û got: "Em behsa rewşeke ku prensîbên gerdûnî tên rawestandin û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin dikin."   Gulşah Kurt anî ziman ku heke pîvanên herî kêm ên girtiyan neyên bicihanîn jî tu wateya naskirina van pîvanan tune ye.   Piştî axaftinên vekirinê di panela yekemîn de li ser mînakên ji Ewropayê rawestiyan. Di panela bi moderatoriya Seroka Sendîkaya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasiyê Helene Debaty de, Hevseroka Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk a Îtalyayê (GD) Aurora D'agostîno li ser "Doza Ilarîa Salîs û şert û mercên Girtîgeha Macarîstanê" axivî. Aurora D'agostino got, "Ilarîa Salî hemwelatiya Îtalyayê ye. Li Macarîstanê hat girtin. Ev 11 meh in di girtîgehê de ye.”