ÎHD çû serdana Dayikên Aştiyê 2024-04-11 18:54:48     ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi munasebeta Cejna Remezanê çû serdana Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê. Dayika Aştiyê Medine Kaymaz wiha got:”Serokatî û zarokên me di encama zilmê de di zindanê de ne. Ez daxwaza azadiya Serokê me û zarokên me dikim.”   Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi munasebeta Cejna Remezanê çû serdana Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê.  Li vir Dayikên Aştiyê daxwaza azadî û bidawîkirina tecrîdê kirin.   Daxwaza azadiyê   Dayika Aştiyê Medine Kaymaz cejna her kesî pîroz kir û wiha got:”Serokatî û zarokên me di encama zilmê de di zindanê de ne. Ez daxwaza azadiya Serokê me û zarokên me dikim.”   Hevseroka Zîlan Gumuş a li ser navê ÎHD’ê axivî wiha got:”Em hêvî dikin ku cejn ji bo hemû kurd û gelên cîhanê xwişk û biratî û aştiyê bîne.”