DEM Partî û DBP'ê cejna gel pîroz kir 2024-04-11 11:47:25     AMED - Rêveberên DEM Partiyê û gel li rêxistina bajêr a DEM Partiyê hatin gel hevdu û cejn pîroz kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li rêxistina bajêr a DEM Partiyê bi gel re hatin gel hevdu û cejn pîroz kirin. Hevserokê DEM Partî û DBP'ê, parlamenter û gelek kes tevli çalakiya cejnê bûn. Her wiha rêxistinên civaka sivil jî tevli çalakiyê bûn.    'Em dixwazin gelê kurd azad bijî'   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray da zanîn cejn aştî û yekîtî ye û wiha got:"Ji ber me xwe negihand her malê loma me got îro jî em li vir cejnê pîroz bikin. Em li hêviya hemû gelê xwe ne. Em dixwazin gelê kurd jî wekî gelên li Rojhilata Navîn xwediyê heqê xwe bin û azad bijîn. Cejna we hemûyan dîsa pîroz be."   Wê çalakiya cejnê heta saet 14.00'an dewam bike.