ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-11 09:00:00     *Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen têkildarî salvegera koça dawî ya Dayika Uveyş da zanîn dayika Uveyş tu car namire û got:"Îro hemî dayikên şervanên azadiya Kurdistanê mîna dayika Uveyş zarokên xwe li ser xeta rastiyê, azadî û serfiraziyê mezin û perwerde dikin. Ev ji bo me cihê jî cihê şanaziyê ye. Wê dayika Uveyş her tim di bîra me de be." DÎMEN HEYE   *Ji ser koça dawî ya dayika Uveyş 31 sal derbas bûn. Dayika Uveyş heta koça xwe ya dawiyê jî teslîmiyet qebûl nekir û têkoşîna jiyanê heta dawiyê da.    *Ji endamên Delegasyona Jinê yên ji bo şopandina hilbijartinê li Kurdistanê bûn Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg, dan zanîn tevî ku pêvajoyeke zehmet e jî rêxistinbûyinek heye û gotin:"Ji bo belavkirina tevgera kurd, ji bo têkoşîna kurdan li Ewropayê belav bibe, Ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan divê hêzên demokratîk bên gel hevdu." DÎMEN HEYE