Li Rojava serdana goristanên pakrewanan hat kirin 2024-04-10 11:12:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kesan, bi wesîleya Cejna Remezanê serdana goristanên pakrewanan kirin.   Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Cejna Remezanê bi serdanên Pakrewangehan destpê kir. Di berbanga sibehê de li bajarên Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Efrîn-Şehba, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê serdana Pakrewangehan hat kirin.     Malbatên pakrewanan, gaziyên şoreşê, rêveberên partî, sazî û dezgehan û bi hezaran kesan gorên şehîdan ziyaret kirin, gul danîn ber wan û dua kirin. Li pêşiya pakrewangehan jî şekir hatin belavkirin.