Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama Cejna Remezanê 2024-04-10 10:26:38       ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê parve kirin û xwestin cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Cejna Remezanê li ser hesabên xwe yên X’ê peyamên pîrozbahiyê parve kirin.    Peyama Heserokên Giştî wiha ye:    “Em Cejna Remezanê li temamê civaka îslamê pîroz dikin. Hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê. Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.    Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş.    Bi vê wesîleyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe da û têkoşîna demokrasiyê mezin kirin û cejna me du qat zêde kirin; em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn, em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û îradeya me hemûyan parastin û hemû dek û dolab xera kirin.    Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyên cîhanê bigihije serfiraziyê.”