Li Kurdistan û Tirkiyeyê serdana goristanan 2024-04-10 10:25:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja ewil a Cejna Remezanê de li gelek bajaran gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin. Her wiha cejna malbatên girtiyan hatin pîrozkirin.    Bi boneya Cejna Remezanê li gelek bajara gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û malbatên girtiyan hatin ziyaretkirin.    Stenbol   Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ên li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya stenbolê hatin ziyaretkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, rêveberên navçeyan û gelek kes tev li bûn.    Ziyaretvan li Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (CEMEVÎ) kom bûn û weqf ji saetên zû yên serê sibehê ve ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseyê ji ewil cejna hev pîroz kir û piştre ber bi Goristana Gaziyê ve meş li dar xist. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” kete goristanê. Li ser goristanê ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî dua hatin kirin.    'Tehemûla kêlên şehîdên me jî nakin’    Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan li ser gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn axivî û wiha got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Tehemûla kêlên şehîdên me jî nakin ku li Lice û Pirsûsê kêlên wan texrîb kirin. Ji ber ku ji wan kêlan jî ditirsin.”    'Em soza mezinkirina têkoşînê didin wan’   Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî wiha got: “Em rêhevalên xwe yên ji bo azadiya gelan ketine rê, dayikên laçikspî yên daxwaza aştiyê dikin û rêhevalên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin silav dikin. Em soza mezinkirina têkoşînê didin wan. Ji bilî têkoşîna hevpar, tu rêyên me nînin.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser goran.    Edene   Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana malbatên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Di serdanan de cejna malbatan hate pîrozkirin.    'Bila cejn bibe wesîleya rakirina tecrîdê’   Di serdanê de ji xizmên girtiyan Siyasî Arslan got ku keça wê Fatma Arslan di girtîgehê de ye û niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê dike. Fatma, di serî de Abdullah Ocalan, cejn li hemû girtiyên siyasî û gelan pîroz kir û xwest cejn bibe wesîleya rakirina tecrîdê û aştiyê.    Mêrsîn   Rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re (ÇUTUAY-DER) jî bi boneya cejnê çûn serdana malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û malbatên girtiyan. Di serdanan de cejna malbatan hat pîrozkirin.   Colemêrg   Bi tevlibûna hevşaredar û rêxistinên DEM Partiyê li Colemêrg û Geverê serdana goristanan hat kirin.    Bi tevlibûna hevşaredar û rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Colemêrg û Geverê serdana goristanan hat kirin.    Serdana Goristana Serê Solan a Taxa Teksera Colemêrgê hat kirin. Hevşaredar û rêxistinên DEM Partiyê serdana goristana Serê Solan kirin.    Li Geverê jî dîsa hevşaredar û rêxistinên DEM Partiyê çûn serdana gorên li Bajêrgeh û Taxa Ormanê yên Geverê.    Piştî xwendina duayan û axaftinan û pîrozkirina cejna welatiyan serdana goristanan bi dawî bû.