DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da 2024-04-09 20:55:05   AMED - DEM Partiyê ji bo ku dengên navçeya Gêlê ku gelek leşker hatibûn veguhestin,  ji nû ve bên jimartin serî li YSK’ê da.    Li navçeya Gêl a Amedê bi dengên polîs û leşkerên hatine veguhestin îradeya gel hat xespkirin. AKP’ê 4 hezar û 598 deng girt û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 4 hezar û 372 deng girt. Ferqa navbera her du partiyan de 217 bû. Lê 2 hezar û 218 deng nehatin derbas kirin. DEM Partiyê ji bo ku dengên Gêlê ji nûve bên hilbijartin serî li YSK’ê dê.