Ji DEM Partiyê serdana goristanan 2024-04-09 18:57:15   WAN - DEM Partî li Wanê bi wesîleya cejna Remezanê li gelek taxan serdana goristanan kirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi wesîleya cejna Remezanê li gelek taxan serdana goristanan pêk anî. Parlamenterên Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Mahmut Dîndar,Zulkuf Uçar,Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Jiyana xwe Ji Dest dane (MEBYA DER),Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanan, rêveberên DEM Partî Û DBP’ê tevli bûn.   Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar di serdana goristanan de axivî û go: “Em bi saya şehîdên Kurdistanê di riya xwe de dimeşin. Em saya wan hene. Em şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin.”