Li Îzmîrê şitlên 4'ê Nîsanê hatin çandin 2024-04-07 14:56:28     ÎZMÎR - Bi pêşengiya TJA û DBP'ê li Îzmîrê  bi minasebeta  4'ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e şitil hatin çandin.   Li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 4’ê Nîsanê li taxa Kaynaklar a Bucayê ku qirkirina ekolojî lê zêde ye, bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. Di çalakiya ku gelek welatî amade bûn de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin.  Di çalakiyê de  daxwazên aştiyê ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hatin kirin.