Dê li Kerboranê deng ji nû de neyên jimartin 2024-04-07 14:06:34     MÊRDÎN - Li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku dengên Kerboranê ji nû ve bên jimartin. YSK’ê ev biryar betal kir.    Li ser îtîraza AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Kerboran a Mêrdînê biryar dabû ku deng ji nû ve bên jimartin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî vê biryarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû.    YSK’ê diyar kir ku encamên heyî yên li Kerboranê derbasdar in û biryara ji nû ve jimartina dengan a Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê betal kir.