Berxwedana girtiyan 133 roj in didome 2024-04-07 09:10:59     NAVENDA NÛÇEYA - Girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de bûn, bi boneya 4’ê Nîsanê çalakiya xwe veguherandin qonaxeke nû. Berxwedana girtiyan 133 roj in didome.     Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.    Girtiyan bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtî bi boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê berxwedana xwe didomînin. Berxwedana girtiyan di roja 133'yemîn de didome.