Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hat ragihandin 2024-04-06 15:35:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe de bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist.   Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 96`an li dar xist. Desteya hevserokatiyê, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, Meclisa Edaleta Civakî ya herêmê tev li civînê bûn. Civîn li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê li dar ket.   Di civînê de meclisê biryareke efûyê erê kir ku li gorî wê sûcên beriya 06.04.2024`an hatine kirin, tên efûkirin.